Wêne: Sergei Supinsky/TT
Wêne: Sergei Supinsky/TT

Firotina materiyalên şerî ya swêdî bo derveyî welat kêm bûye

Piraniya ixracata Swêdê ji YE re çû
1:20 min

Di 2015 de firotina materiyalên şerî ya swêdî bo derveyî welat, ango ixracat, danberhev bi sala beriya wê re kêmtir bûye, ev li gor rapora Dezgeha çavdêrîkirinê ji bo berhemên stratêjîk (ISP).

Di 2014 de firotina sîlah ji bo derveyî welat giheştibû 8 milyar kronî û di 2015 de daket 7,6. Ev tê bi wateya kêmkirineke bi 4 %.

Ji temamê firotina bo derveyî welat re 80 % çû ji welatên hindirê Yekîtiya Ewrûpayê de û welatên din yên hevkar wekî Kanda, Korea ya başûr û Amerîka. Firotina herî bêhtir çû ji Norwecê re, piraniya wê wasîteyên şerî bû.

Beşê mayî jî, ango 20 % ji 25 welatan re hatin firotin, beşê mezin ji wê bo Hindistanê û Tayland a fîktaor bû.

Swêd di 2015 de çek firotiye çendîn dîktaorên din jî wekî nimûne Erebistana Saudî, îmaratên erebî yên yekgirtî û Qatar jî.

Li gor Dezgeha çavdêrîkirinê ji bo berhemên stratêjîk (ISP), beşê herî mezin yên van firotinan tekmîleya teslîmkirinên kevin bûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".