Per Jönsson
Wêne: Rafand Ahmad & Utrikespolitiska Institutet.

Semînar derbarê krîza Sûriyeyê

"Rêvebiriya kantonan nayê vexwendin, ji bo wilo xeta xwe ya stratêjî ya serbixwe dimeşîne"
5:56 min

Nerînên cuda li ser rol û tevgera rêvebiriya kantonan.

Enstîtuya Siyaseta Derve, Utrikespolitiska Institutet, ya serbixwe semînarek li ser Sûriyeyê, şertên ku niha li ber danûstandinên kongireya Cinêva 3 û krîza însanî, li dar xist. Serkêşa gotûbêjê rojnamevan Bitte Hammargren bû, ku bi xwe zêdeyî 10 salan weke peyamnêr li Rojhilata Navîn kar kiriye û niha weke redaktor li enstîtuyê kar dike.

Terkîza vê semînarê bêhtir li ser pêşeroja kurt bû, nexasim danûstandinên Cinêvê, ku gerek 7ê mehê dîsan berdewam bikin. Mirov dikare bibêje ku di semînarê bi giştî de, ferq di navbera nerîn û analîzên herdu beşdarên panêlê de hebû, ku Somar Al Naher û Per Jönsson bûn. Al Naher weke rojnamevaneke serbixwe kar dike û weke pisporeke Sûriyeyê tê nasandin. Per Jönsson jî ev gelek dehsal in ku bi gelek şêweyan bi rojnamegeriya girêdayî siyaseta derve re kar dike, bo nimûne, wî 30 salan weke nivîskar û şirovegerê siyaseta derve li rojnameya Dagens Nyheterê kar kiriye.

- Piştî çend salan ji şer, niha dîsan jî li ser agirbestekê hatiye lihevkirin, û ev yek bi nerîna min pir baş e. Heger danûstandin li ser asta hêviyên min bin, dê hîn jî şidet kêmtir bibe û dikare ber bi biharî ve bisekine jî. Em dizanin ku Swêd dixwaze cihekî di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî de bistîne, û ji bo wê yekê, ez bawer im ku Swêdê dê di wê rêyê re hewlên çareyeke dîplomatî bide. Wekî din, me dîtiye çiqas hatina penaberên sûrî mohra xwe li ser siyaseta hundir ya Swêdê daniye, û çiqas siyaseta beramber penaberan dijwatir bûye, û em dizanin ku heger şer li wir bisekine, xelk nema dixwazin ji wir birevin, û heta beşek ji kesên ku hatine Ewropayê jî dê bixwazibin vegerin.

Pirsek ku di penêlê de nerînen cuda li ser hebûn, tevger û rola cîhana rojava bi giştî ji destpêka krîzê ve bû. Somar Al Naher hindek ji berpirsyariya xirabtirbûna krîzê xist histuyê cîhana rojava de. Derbarê vê yekê, Per Jönsson ji Radyoya Swêdê re got ku Swêdê di nav Yekîtiya Ewropî de ji destpêkê ve li dijî rêjîma Esed bûye, û piştgiriya opozisyonê kiriye, opozisyona ku di destpêkê de dîsan jî yekgirtî bû. Lê ji ber ku opozisyon paşê ji hev ket, pêbaweriya Swêdê niha bi opozisyonê nema wek destpêkê ye, û rola Swêdê kêmzêde niha tenê di rêya Neteweyên Yekgirtî re tê lîstin.

Lê paşê Fransayê û Brîtanyayê biryar da ku alîkariya leşkerî bidin hin grûpên opozîsyonê, û Swêdê dijî wê yekê bûye. Hîn jî Swêdê dijî alîkariya leşkerî bo hemû beşên çekdar li Sûriyeyê ye.

Di semînarê de ferqeke zelal di navbera Per Jönsson û Somar Al Naher de nerîna derbarê opozîsyona sûrî bû. Jönsson gelek caran bal kişand ku gelek grûpên opozisyonê îro tu problemên wan bi eniya El Nusra re tune ye, û hetanî hevkarî jî di nav wan de heye.

Perspektîveke din jî ku hate gotûbêjkirin, rol û temsîlkirina kurdan di vî şerî de bû. Somar Al Naher bo nimûne hinekî bi rexnegirî behsa ofîsa rêvebiriya kantonan ku li Moskoyê vebû, kir. Wê got ”ev ofîs tê vekirin, û di heman demê de Rûsya bi balefiran bombeyan li ser xelkên sîvîl davêje”. Per Jönsson ev yek bi vê gotinê red kir: ”Ev rêvebirî ji destpêka şerî ve, û heta bi niha jî, ji aliyê opozisyonê, bi piştgiriya Tirkiyeyê, nayê vexwendin bo gotûbêjên aştiyê, û dê di Cinêva 3 de beşdar nebe. Lê em ji bîr nekin ku Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê hêzên rêvebirinê YPG weke hêzên xwe yên li ser erdê li dijî Dewleta Îslamî dibîne, tevî ku Amêrîka û hemû cîhan dizane ku têkiliyên gelek nêzîk di navbera YPG û PKK de heye, PKK a ku ji aliyê Amêrîka û Ewropayê ve weke rêkxistineke terorîst tê dîtin”.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".