Prins Daniel visar med händerna hur lång prinsen är. Kronprinsessan Victoria, prins Daniel och prinsessan Estelle tillsammans med den nyfödde prinsen i babylift.
TT/ Kungahuset. Montage Sveriges Radio.

Kurek ji welîehda Swêdê re çê bû

0:53 min

Doh êvarî kurek ji Dotmîr û welîehda Swêdê Victoria û mîr Daniel re çê bû. Di civîneke çapemenî de li nexweşxaneya Karolînskayê li Stockholmê mîr Daniel eşkere kir ku ew careke din bûn dê û bav. 

Wî ragihand ku hem zarok û hem jî dayika wî, welîehda Swêdê Viktoria di rewşeke tendirustî ya baş de ne. Îro beriya nîvro şahê Swêdê di çivîna çapemenî ya fermî de navê mîrê biçûk eşkere kir. Navê wî bû Oscar Carl Olof.

Nuha temamê malbatê ji nexweşxaneyê derketin û berê xwe dane malê, qesra Haga yê.

Ev cara duem e ku dotmîr Victoria û mîr Daniel dibin dê û bav, beriya çar salan keça wan Estelle ji dayik bû.

 

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista