Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Tawankarên kevin cî di şirketên malên malbatî de digirin

Hat weşandin torsdag 3 mars 2016 kl 12.26
Hejmara şirketên malên malbatî zêde bûye
(1:12 min)
Foto: Jessica Gow/TT
Foto: Jessica Gow/TT

Di gelek şirketên malên malbatî de kesin di komîteyê de rûniştî ne ku ji ber vê ji ber tawanan hatine mehkûm kirin. Lêkolîna rojnameya Dagens Nyheter îro vê yekê eşkere dike.

 

Di her serê heft şirketan de yek kesên hene ku ji berê ve hatine mehkûm kirin, ji ber tawênên wekî nimûne sîlah, lêdan û şidet û diziyê.

Hejmara şirketên malên malbatî, Familjehemsföretag, yên nû hatine avakirin di payiza derbasbûî de zêde bû, di heman dema ku gelek zarokên bi tena serê xwe hatin Swêdê. Di dema krîza penaberan de ya 2015 dora 278 şirket ava bûn.

Wezîfeya şirketên malên malbatî ew e ku rê nîşanî wan malbata bide yên zarokên bi pêwîstiya alîkariyê ne li ba xwe dihewînin û wan xwedî dikin.

Lê li gor lêkolîna rojnameya Dagens Nyheter, kêm ji van şirketan xwedî zanebûna têr in ya derbarê zarokên bi nexweşiya nefsî yên giran. Zarokên bi trawma ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".