Migrationsminister Morgan Johansson.
Wezîrê koçê Morgan Johansson. Wêne: TT

Kontrolkirina sînor berdewam e

"Kontrolkirina sînor hîna pêwîst e"
2:00 min

Hikûmeta Swêdê kontrolkirina sînor ya demkî di 30 rojen din de dirêj dike, wezîrê koçê Morgan Johansson doh di cîvîna wezîrên koçê yên welatên bakûrî de ev yeka ragihand.

Ew kontrolkirin, ango çavdêrîkirina demkî ya sînor di november, meha yazdan, ya par de dest pê kir ji bo derbaskirina penaxwazên têne Swêdê kêm bike.

-Em hîna jî bi pêwîstiya kontrolkirina sînorî ne. Wezîrê koçê Morgan Johansson di hevpeyvînekê bi beşê nûçeyên Radyoya Swêdê re dibêje li gor nerîna me hîna jî metirsiya nizamê û ewleyîya hindirîn heye eger em vê çavdêrîkirin û kontrolkirinê ra bikin.

Herçend ku di halê hazir de tenê çend sed penaxwaz derbasî Swêdê dibin her Johansson dibêje ku rewşa Ewrûpayê kare bi tesîr be:

-Belê, em dibînin bê di vî beşcîhan, ango qareyê, de çi diqewime. Ne tenê derbarê rewşa Yûnanê ye ya di vê salê de 100 000 penaxwaz giheştiyê de, lê herweha li Almanya jî ya tenê di meha yekê ya vê salê de 90 000 penaxwaz hewandiye.

Johansson berdewam dike û dibêje em zanin ku çend sed hezar kes xwe ragirtine li Almanya û daxwaza mafê penaberiyê li wê derê nekirine.

Em ditirsin eger em kontrolkirina sînorî ra bikin wê demê belkî em têkevin heman rewşa em ketinê de di payiza par de û em wê naxwazin.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".