Wêne: TT.
Wêne: TT.

Miaşên jinan li paş mane

Miaşê jin û mêran ne wek hev in
1:05 min

Miaşên jinan di karên pîşeyî de di 2012 ta 2014 de li paş mane, LO, Konfederasyona sendîkeyên karkerên Swêdê vê yekê di rapora xwe ya bi navê Barometreya wekheviyê ya Swêdê, de tesbît dike.

Di 2014 de miaşê jinê 73 % ji miaşê mêrekî di heman warî de. Bi navencî jin di karê pîşeyî de 17.860 kron safî di mehê de werdigirt danberhev bi miaşê hevkarekî mêr re yê dibû 24.460 kron.

Jinên di warê karên xizmet û karmendiyê de kar dikin bi navencî 30.270 kron werdigirt û yê mêr 39.760 kron bû.

Li gor LO, ferqa miaşên jin û mêran girêdayî awayê karkirina jinan e yê bêhtir nîvdan kar dikin û ji ber wê jî LO pîvanên nû yên miaş bi kar tîne. Miaşê mehan e yê kamil li gor wextên karkirinê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".