morgan johansson
Hikûmet dixwaze ku yên neqebûlkirina mafê rûniştinê werdigirin yekser vegerin welatê xwe. Wezîrê koçê Morgan Johansson. Wêne: Henrik Montgoremy/TT.

”Ew divê yekser ji Swêdê derkevin”

”Ciyên wan ji penaberên nû re pêwîst in”
2:52 min

Yên biryara neqebûlkirina mafê penaberiyê li Swêdê wedirgire ji pereyên rojane û mafê ciyê manê jî dimînin. Ev di pêşniyaza hikûmetê de ye ya îro dide encûmena yasa. Ev pêşniyaz beşek e ji lihevkirina bi partiyên hevalbendiyê re.

-Ew divê dest ji xaniyên xwe û ciyên manê berdin û êdî pereyên rojane yên xwe pê xwedî dikin jî wernagirin. Wezîrê koçê û yê pirsên qanûnî Morgan Johansson dibêje ew kesên refda îqamê werdigirin divê yekser vegerin welatê xwe.

Johansson berdewam dike û dibêje me biryara vê yekê daye ji ber ku ciyên wan ji penaberên nû pêwîst in.

Ev derbarê salmezinên bê zarok in yên serîlêdana wan ya ji bo mafê penaberiyê li Swêdê nehatibe qebûlkirin, ango ew yên refda îqama li Swêdê werdigirin.

Di halê hazir de derbarê dora 4000 kesî ye û nîvê hejmara wan îro li xaniyên taybetî yên ji bo penaberan dijîn. Rojnameya Dagens Nyheter îro dinivîse ku şidandina vê qanûnê encamê lihevkirina ji payizê de ye ya di navbera hikûmetê û partiyên hevalbendiyê de bû.

Wezîrê koçê Morgan Johansson bi zelalî eşkere dike bê ev biryara nû çi tesîrê dike li ser yê penaxwaz:

-Ew ku pereyên rojane werdigire êdî nema werdigire û yên di xaniyên taybetî ji bo penaberan de dijîn divê ji xanî derkeve. Pişt re ew alîkariyê werdigire ji bo vegera li welatê jê hatiye, bi veguhastin û bilêtên vegerê.

Derbarê ku ev biriyar kare bike ku gelek xwe li Swêdê veşartî bijîn bê kaxez û belge, Morgan Johansson dibêje ku metirsiya vê yekê herdem heye:

-Ez texmîn nakim ku ev biryar bi wê wateyê be. Me herdem ew metirsî heye û ew xeter bêhtir dibe ji ber ku bêhtir kes têne Swêdê û daxwaza mafê rûniştinê dikin. Wezîrê koçê û pirsên qanûnî Morgan Johansson dibêje tenê sala par 160 000 penaber hatin Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".