Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Zilamek li xaniyê penaberan hate kuştin

Hat weşandin fredag 4 mars 2016 kl 14.08
Sê kes gumanjêkirî ne
1:00 min
Asylboende Storå mord
Asylboende Storå mord Wêne: Andreas Morén/Sveriges Radio.

Zilamek li xaniyê penaberan li bakûrê Lindesberg vê sibehê hate kuştin. Ew piştî ku bi kêrê hate birîndarkirin jiyana xwe ji dest da, nuha sê kes bi tawana kuştina wî gumanbar in.

Piştî ku lêdanên kêrê qirka vî zilamî bi giranî birîndar kir ew derbasî nexweşxaneyê bû û piştre li wê derê wefat kir. Rojnameya Nerikes Allehanda dinivîse ku du kes hatin girtin dema polîs giheşt ciyê tawanêû kesê sêyem reviya dema polîs hat lê dora saet 10:30 li Lindesberg hate girtin.

Stefan Wickberg, peyivdarê pirsên çapemeniyê yê polîs ji telefizyona Swêdê re dibêje ku girtina van her sê kesan bê astengî bû.

Ev hemû kesên bi vê bûyerê ve girêdayî ne di heman xanî de dijîn. Ev her sê kesên gumanjêkirî dora 30 saliyê ne. Ta nuha hîna ne zelel e bê çima ev bûyer rû daye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".