Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Kriminalvården, fängelse Foto: Björn Larsson Rosvall/TT
Wêne: Björn Larsson Rosvall/TT

Divê swêdiya lênerên tawankaran baştir bibe

"Zimanê swêdî rê li ber karê wan digire"
1:57 min

Dezgeha lênerîna tawankaran dê dest bi perwerdeyeke taybetî ya zimanê swêdî bike da ku bêhtir kesên bi esil biyanî karibin di dezgehê de kar bikin.


Hoy û sebeba vê yekê ew e ku dezgeh bala xwe dayê ku ji ber kêmasiyên ziman ba karmendan karê daîmî wernegirtine.

-Birêvebir Johan Modin dibêje hêviya me ew e ku ew kesên daxwaza kar li warê lênerîna tawankaran dikin û yên xwedî taybetmendî û miwasefatên em daxwaz dikin divê hest bikin ku ew  wê heq ji vî karî derkevin. Em bi pêwîstiya peydakirina hevkarên ewle, stabîl û geşbîn in û wê demê divê em ji vê astengiyê xials bin.

Warê lênerîna tawankaran bala xwe dayê ku çendîn kes yên bi esil biyanî ne, yên wekî din bi taybetmedî û miwasefatên munasib in ji bo karê lênerîna tawankaran, nikarin di perwerdeya bingehîn de bên qebûlkirin ji ber ku zimanê wan yê swêdî ne baş e.

Zimanê swêdî pêwîst e bi taybetî ji bo birêvebirina kar ya zimanê dezgehan û zimanê zanistiyê dixwaze.

Di halê hazir de dora 200 kes di dezgehê de kar dikin bi peymanên nedayîmî, tenê ya ji wan kêm e ew e ku divê zimanê wan yê swêdî baştir be.

Hikûmet wezîfe daye hemû dezgehan ku alîkariyê bikin û ciyê praktîkê bidin kesên nû hatine Swêdê da ku ew zûrtir derbasî bazara karî bibin. Û Johan Modin dibêje ev jî terkîbeke ji her du aliyan ve, hem daxwaza me û daxwaza hikûmetê ye jî. 

Li gor texmînên dezgehê dê ev perwerde di hindirê vê salê de dest pê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".