Maria Persson-Löfgren, Sveriges Radios Moskvakorrespondent.
Maria Persson-Löfgren, Sveriges Radios Moskvakorrespondent. Wêne: Sveriges Radio

Nûçegihana Radyoya Swêdê Löfgren birîndar bû

3:09 min

Nûçegihana Radyoya Swêdê ya Moskow Maria Persson-Löfgren jî di nav de çar rojnamevan û çalakvanên mafê mirovan duh li herêma Inguşiya ya bakurê Kafkasya rastî êrîşekê hatin û di êrîşê de Löfgren sivik birîndar bû.

– Em sed metroyekî dûrî sînorê navbera Osêtiya û Ҫeçenistanê bûn. Sê-çar erebe ketine pêşiya dolmîşa me de. Pêşî min got qey qeza bûye, lê ji nişkê ve zilamîn ji wan derketin û bi doqikan bi erebeya me ketin.

Löfgren bi berdewamî dibêje piştre ew bi zorê ji wesayitê derxistine, bi dar û lûleyan li wan xistine. Gava ew ji erebeyê hatiye xijiqandin ji rehnê xwe birîndar bûye, laşê wê şîn û reş bûye, lê li gor qewimî dîsa jî ew baş e, ji ber ku bi rastî êrîşkaran dikarîbûn wan di dolmîşê de bişewitînin.

Bûyerê duh piştî nîvro li Inguşiya rû da. Inguşiya herêmeke nîvserbixwe ya girêdayî Rûsya ye û dikeve bakurê Kafkasya de. 

Di erebeyê de çar rojnamevan hebûn. Ji bilî Löfgren yek norvêcî û yên din rûsî bûn. Wekî din jî çalakvanên mafê mirovan yên rûsî di erebeyê de bûn. Êrîşkar kesên di erebeyê de dişelihînin, li wan dixin û piştre erebeya wan didine ber êgir. Li gor Löfgren gelek derb li şofêrê wan xistine û kesê di nav wan de herî zêde tade lê bûye ew e. 

Derheqê bê êrîşkar kî ne de Löfgren dibêje herkes li vir tiliya xwe bi Ҫeçenistanê ve dike û ez jî wê texmînê dikim, ji ber ku li wir birêvebiriyeke dijwar heye û rêz ji mafê mirovan re nayê girtin. 

Sten Sjöström ku berê nûçegihanê Radyoya Swêdê yê Rûsya bû dibêje di van 20 salên dawî de tevahiya bakurê Kafkasya weke herêmeke pir aloz tê nas kirin. Tevgerên hem komên çete hem jî rêxistinên nêzîkê Daişê li herêmê hene. 

Maria Persson-Löfgren dibêje çend deqeyan berya êrîşê wê ji hevala xwe re gotiye rojnamevanê di dinyayê de karê herî xweş e. Piştî vê êrîşê jî ew di heman fikrî de ye, lê xeterên li hemberî rojnamevaniyê jî zêde bûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista