Olivia Schough satte 1-1 till Sverige.
Golê Swêdê Olivia Schough avêt. Wêne: Jonas Ekströmer/TT
Swêd - Holenda 1-1

Swêd wê di Olîmpiyadê de bilîze

Di 14ê nîsanê de dijber diyar dibe
1:11 min

Taximê futbolê yê jinên Swêd duh bi Holenda re 1-1 ma û heqê derbasbûna Olîmpîyadê bi dest xist. Golê Swêdê Olivia Schough avêt.

Piştî lîstikê Schough got:

– Ev kêliya herî xweş ya kariyera min e. Tu caran ez maçeke ewqas girîng nelîstime û golekî ewqas girîng min tu caran neavêtiye.

Eger Swêd zora Holenda biribane yan jî ew wek hev mabane Swêd derbasî Lîstikên Olîmpiyadê dibû. Di lîstika duh de golê ewil hêj di distpêka lîstikê de Holenda avêt, lê hêj dewra yekem neqediyayî Swêd golê xwe avêt.

Ji sala 1996ê ve di Lîstikên Olîmpiyadê de futbola jinan heye û ji hingî ve Swêd tim heqê lîstikê bi dest xistiye, lê ev cara yekê ye ku hem taximên jinan hem jî yê mêran wê di Olîmpiyadê de bilîzin. Quraya bê kîjan taxim wê beramber hev bilîzin di 14ê nîsanê de tê kişandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".