Nadia Murad. Wêne: Radyoya Swêdê
Nadia Murad. Wêne: Radyoya Swêdê
Nadia Murad

"Guhdarî bikin û alîkariya me bikin"

"Taqeta min ji neheqiya li min bûye tê"
16 min

Bi hizûr û amadebûneke besît, bi gotinên sade û têr wate Nadia Murad ya 21 salî dest bi axaftina xwe kir di semînereke dagirtî de ku doh li parlamana Swêdê li dar ket li jêr navê "Terora hember jinan".

-Mirov ji tebiye û xwezaya xwe de hez ji dilxweşiyê dike û ez jî hez ji dilxweşiyê dikim. Dema mirov hildibijêre beşek ji çîrokên dilêş û xembar be, tiştekî mezin û giran e.

Keça êzîdî Nadia Murad, yek ji wan keç û jinên bi mehan di destê Daêş de wekî kole û cariya ji bo bikaranîna cins bû. Ew beriya sal û nîveke ji aliyê grûpa teroristî ya Daeş ve hate revandin û wê birin Mûsilê.

Piştî çend mehan di jiyaneke zehmet û nenaskirî de, ya tê de rojane tadeya cinsî lê dibû, dihate firotin û di nav serbazên Daêş de dibû bedel, bi serket û ji destê vê grûpa terorîstî reviya.

Nadia Murad bi alîkariya projeyeke almanî ji bo lênerîn û hewandina jinên êzîdî yên tade li wan hatiye kirin û bêkes in, hate Almaniya. Ew îro çalakvaneke mafê mirovan e, hesret û armanca wê ya herî mezin di jiyanê de ew e ku ya bi serê miletê êzîdî, jin û zarokên êzîdiyan de hatiye di temamê cîhanê de belav bike ta alîkarî bigihêje wan û heqê xwe bistînin.

Nadia Murad axaftvana sereke bû di semînerê de. Wê axaftina xwe bi zimanê erebî xwend lê bi kurdî bersiva pirsan da û temamê beşê bi swêdî dihate wergerand. Ev semîner ji tora hevbeş ya parlamanê ya li dijî cudatîkirin û şideta bi navê namûsê hember jinana bi hevkarî li gel çend rêxistinên û yekîtiyên siyasî yên jinan, hate damezirandin.

Piştî axaftina Nadia Murad rê ji pirsan re vebû û gelek mijarên balkêş hatin şîrove kirin. Nadia agahiyên giring dan derbarê rewşa wan zarok û jinên ku bûne qurbanên Daêş.

Xala sereke di axaftina wê de ew bû ku cîhan divê îtrafê bi komkujiya êzîdiyan bike wekî genocide û di zûtirîn dem de dest bavêjin karê yarmetiya zarok û jinên tade li wan hatiye kirin û ew yên di destê Daêş de ne xilas bikin.

Hala Rafi, seroka rêxistina parastin û piştgîriya jinan, Nina, amadebûna Nadia Murad di semînerê de giring dibîne. Ew dibêje giring e ku yên tadeya vê terorê li wan bûye bi xwe serpêhatiyên xwe bêjin:

Amineh Kakebaveh, ji partiya çep û seroka rêxistina femînîstî, Varken hora eller kuvad, mijara sereke ya vê semînerê ”Terora hember jinan” aktuel dibîne ji ber şideta hember jinê ne herdem bi gule û lêdanê ye, li gor nerîna wê:

Monica Green, seroka komîteya neteweyî a Swêdê ya UN Women, beşê wekheviyê di Neteweyên Yekgirtî de, yek ji mêvanên panelê bû. Piştî ku li daxwaz û hawara alîkariyê ya Nadia Murad guhdarî kir wisa got:   

-Beriya hertiştî ez dixwazim bêjim ez gelekî li ber biserhatî û êşa Nadia Murad tê de derbas bûye, ketim. Zêde xembar e. Bêguman divê em karekî bêhtir û baştir bikin ji ya ku ta îro me kiriye. Monica Green dibêje ya nuha ez karim bikim ew e ku ez vê pirsê bi xwe re bibim UN Women heftiya bê li New York, û bipirsim eger em karibin lezê li karê xwe bikin, imkanên hene baştir bi hev re birêkxînin û dextê deynin ser organ û beşên din yên Neteweyên Yekgirtî da ku hevkariyê bikin ji bo pirsên jinan û alîkariya pêwîst pêşkêşî jinan bikin.

Nadia Murad, 21 salî, temamê çîroka xwe, jiyan û serpêhatiyên xwe yên têr êş û xem ji cîhanê re raxistiye, tenê bi hêviya ku kesek bi hawara van zarok, keç û jinên êzîdî ve here û alîkariyekê pêşkêşî wan bike.

Ew ji bo xelata Nobel ya aştiyê hatiye pêşniyaz kirin. Eşkere ye ku ew wekî sîmboleke giring ji bo vê pirsê tên dîtin, her kes wê dikşîne ber bi xwe ve bi hesreta sûretekî bi wê re. Û ew bi cilên reş, porê tarî yê dirêj ser mil daketî, bi sadebûn ji wan re amade bû, herçend ku teb û westan nîşanên xwe di rû û awirên wê de kola bû.

Ev çend roj in Nadia li Swêdê ye û ta nuha di çendîn civînên fermî de amade bûye, gelek kes û berpirs dîtine, lê ew bi çavên tije hêsir dibêje ya ji min re bi zehmet e ku yê beramberî min her guhdarî dike lê tiştekî nakin. Ezê her bêjim û bêjim ta alîkariya me bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".