Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Terrorrättegång i Göteborg
Kesekî di nav îstixbarata Daişê de kar kirî lîste daye dest Wêne: Foto: Handout /TT

Lîsteya endamên Daişê belav bû

Haya Säpo ji lîsteya Daişê heye
1:20 min

Duh televîzyona brîtanî Sky News ragihand ku dosyayeke bi navê 22 hezar endamên Daişê ketiye destê wan de.

Piştre çapemeniya Almanya jî nivîsand ku haya wan ji lîsteyê heye. Di lîsteyê de navê endaman, ciyê ku ew lê ji dayik bûne, bajarê ew jê beşdarî nav rêxistinê bûne û hejmara telefonê wan cî digre. 

Îstixbarata Swêdê Säpo jî dide zanîn ku haya wan ji lîsteyeke wisa heye, bêguman ew lîsteyê pir cidî digrin bêyî ku behs bikin bê ev lîste çiqas heqîqî ye. 

Lêkolerê terorê Hans Brun jî balê dikişîne ser eslîbûna lîsteyê: 

– Dikare heqîqî be, lê dikare sexte jî be. Dikare jî nîve-nîvî be da ku seriyan tevlîhev bike. 

Tê gotin ku kesekî ku di nav îstixbarata Daişê de kar kiriye ev lîsteya ku di 2013ê de hatiye nivîsandin daye dest. Îcar Hans Brun dibêje eger ev lîste rast be ew dikare şopandina polîs ya endamên Daişê hêsan bike û rê li ber hin êrîşên terorî yên derve bigre.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".