Valurna (Foto: Johanna Lindblad Ahl/Sveriges Radio)
Foto: Johanna Lindblad Ahl/Sveriges Radio

Dengdayina elektronîkî wê neyê kirin

"Sîstema dengdanê ya niha baş e"
1:44 min

Pêşniyaz dihate kirin ku di hilbijartina bê de dengdayina bi riya înternetê were ceribandin. Lê pêşniyaz nehate qebûl kirin.

Berya sê salan komîteya qanûna hilbijartinê pêşniyaz kiribû ku di hilbijartina 2018ê de li hin şaredariyan dengdayina bi riya înternetê were ceribandin. Ji bilî Partiya Jîngehê hemû partiyên di parlemanê de alîgirên pêşniyazê bûn. Lê niha Wezîrê Dadê Morgan Johansson ku biryarderê pirsê ye ji dengdayina ser înternetê re dibêje ”nexêr”. 

Li gor Morgan Johansson tu feydeyên vê yên berbiçav nînin û zehmet e wê demê mirov bi dizî raya xwe bide. 

– Berovajî feydeyan ez rîskên mezin dibînim. Derdora mirov, endamên din yên malbatê dikarin tesîrê li mirovan bikin da mirov weke wan raya xwe bi kar bîne. Ewa ku em dirajine pelikên xwe, diçine pişt perdeyekê wê têxin zerfê, bêyî ku kesek bizanibe em dengê xwe didine kê tiştekî pir girîng e ku divê em biparêzin. 

Ji bilî van rîskan jî Morgan Johansson dibêje dengdayina bi riya înternetê mesrefeke mezin divê û pêwistî bi vê nîne ji ber ku sîstema îro heyî baş e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".