wêne: VADIM GHIRDA och Kripos /TT
wêne: VADIM GHIRDA och Kripos /TT

Kêm penaxwaz têne Swêdê

Êdî penaber berê xwe nadin Swêdê
1:06 min

Di payiza 2015 de yek ji çar beşên penaberên dihatin Yekîtiya Ewrûpayê serî li mafê penaberiyê li Swêdê didan. 

Li gor bîroya statistîkê ya YE Eurostat û Dezgeha Koçê ya Swêdê, di meha yekê ya vê salê de tenê 20 kes daxwaza mafê penaberî, ango îqame, li Swêdê kirin. Rojnameya Svenska Dagbladet dinivîse ku eger ev kêmbûn berdewam be wê banoreke mezin be li ser sîstema swêdî ya pêşwazîkirina penaberan.

Ji destpêka salên 2000 de beşê Swêdê yê pêşwazîkirina penabera ji hemû penaberên di YE de derdora 10-15 % bû.

Guherînên di siyaseta koçê ya Swêdê de û bisînorkirinên mafê penaberiyê ji malbat û kesên nêzîk re çend ji hoy û sebebên vê kêmbûna hatina penaberan e bo Swêdê. Her kontrolkirina sînorên çendîn welatên Ewrûpayê xwedan tesîr bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".