Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Nils Horner

Kujerên Horner hîna nehatine girtin

Hat weşandin fredag 11 mars 2016 kl 11.26
”Lêkolîna zelalkirinê pêş de naçe”
(2:40 min)
Chefsåklagare Krister Petersson och Nils Horner
Serdozger Krister Petersson û Nils Horner Wêne: Robert Henriksson/ TT/Mattias Ahlm/Sveriges Radio

Di ser kuştina Nils Horner re du sal derbas bûn, lê hîna kujer nehatine girtin û doz nehatiye zelal kirin.

Serdozger Krister Petersson ku lêkolînê dişopîne balê dikişîne ser dijwariyan:

– Lêkolîn bi xwe li Efxanistanê ye. Ez bawer im ew li ser dixebitin, lê ji ber ku ewqas wext di ser re derbas bûye ez nizanim bê ew çiqas aktîv in. Li Efxanistanê hejmara sûcên giran zêde ye û ez bi endîşe me ku kuştina Nils Horner jî bibe mîna yek ji ewqas sûcên din û winda bibe.

Nûçegihanê Radyoya Swêdê Nils Horner berya du salan weke îro gava wî biçe reportajekê li paytexta Efxanistanê Kabulê hate kuştin. Di fîlmekî kamera de tê dîtin ku du kes ji ciyê bûyerê dûr dikevin. Lê dîsa jî tu gumanbar nehatine girtin û lêkolîn berdewam e.

Krister Petersson dibêje:

– Divê em baweriyê bi hiqûqa efxanî bînin. Ez weke dozgerekî swêdî nikarim herime Efxanistanê û li gor şertên Swêdê lêkolînekê bidime dest pê kirin. Lêkolîn bi giştî di destê meqamên efxanî de ye.

Krister Petersson dide zanîn ku ew bi meqamên efxanî re pêwendiyek birêkûpêk heye û heta niha du caran ji bo vê dozê çûye Efxanistanê. Cara dawî di 2014ê de çûye û ji ber pirsgirêkên ewlekariyê her cara ku diçin haziriyeke mezin lazim e. Lê niha ji ber ku gelek wext derbas bûye hêviyên zelalkirinê kêmtir bûne.

– Me di destpêkê de tu sûcdar negirtin. Niha du sal ser re derbas bûne û wextê ewqas dem ser kuştinekê re derbas dibe lêgerîn zehmettir dibe. Rastî ew e ku kujer ji ciyê kuştinê filitîne û niha zemtkirina wan zehmet e. Heta niha kesek ji ber vê kuştinê nehatiye mehkeme kirin. Ez nikarim bêjim ku lêkolîn pêş de diçe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".