Här växer ett nytt flerfamiljshus fram. Flera våningar med byggställningar.
Här växer ett nytt flerfamiljshus fram. Wêne: Heta 2025ê gereke 700 000 xanî hatibine ava kirin.

Gotûbêja avakirina xaniyan dîsa dest pê kir

Avakirina xaniyên nû
2:06 min

Gotûbêja li ser siyaseta xaniyan ya di navbera partiyên burjûva, hikûmet û Partiya Ҫep îro ji nû ve dest pê kirin.

Partiya Ҫep bi pêşniyazeke derheqê şîrketên avakirinê tê nav gotûbêjan. Partiya Ҫep dibêje şîrketên ku ji bo avakirina xaniyan erd kirîne, lê xanî ava nekirine gereke erda kirî ji wan bê standin. 

Wekî din şaredarî gereke bikaribin şert bidine ber şîrketan û şîrket diyar bikin bê herî dereng kengî ew ê dest bi avakirinê bikin. Nooshi Dadgostar berdevka Partiya Ҫep yê pirsên xaniyan e: 

– Li şaredariyan erda ku mirov dikare xaniyan lê ava bike zaf e. Problem ev e; şîrket milk dikirin, lê ava nakin da ku fiyetê wê bilind bibe. Ev jî dike ku avakirina xaniyên nû bi derengî dikeve. 

Pêşniyazeke Partiya Ҫep ya din jî heye. Partî dibêje bila dewlet alîkariyê bide şaredariyên ku ji bo avakirina xaniyên kirê erdê vediqetînin. 

Hikûmetê bang li partiyan kiriye ew li hev rûnin û bi hev bişêwirin bê ew çawa dikarin ji bo avakirina xaniyên nû siyaseteke hevbeş bibînin. Wek nimûne hikûmet dixwaze qaîde û şêwazên fînansekirinê hêsan bike. 

Heçî partiya sereke ya muxalefetê Moderat in pêşniyaza wan ew e ku şaredarî nikaribin pêşiya avakirina xaniyan bigrin. Mesele Moderat dibêjin gereke şaredarî bi sedema parastina xwezayê nikaribin dest deynin ser erdê. 

Li gor hesabê Dezgeha Giştî ya Xaniyan (Boverket) gereke heta 2025ê derdorê 700 000 xanî hatibine ava kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".