Migranter och EU-flagga
Foto: TT, Markus Schreiber/Scanpix.

Almanya dozên Dublînê nahewîne

”Nabe Almanya li dijî peymana Dublînê bike”
1:23 min

Almanya nema wan penaberên li gor peymana Dublînê vedigerin dihewîne, îro rojnameya Dagens Nyheter vê yekê radigehîne.

Li gor peymana Dublîn divê yê penaber daxwaza mafê penaberiyê li welatê pêşî lê qeyd bûye bike. Lê li Almanya proseya penaxwaziyê li ser du beşan hatiye dabeş kirin, pêşî ev penaber tên qeyd kirin û piştre bi awayekî fermî daxwaza mafê penaberiyê dike, ango iqame.

Û nuha Almanya biryar daye ku tenê wan penaberên di her du beşan de derbas bûne beriya ku biçin welatekî din, bihewîne.

Wezîrê koçê yê Swêdê Morgan Johansson rexnedarê vê yekê ye. Ew dibêje herçend ew rewşa Almanya fêhm dike û zane ku dexteke mezin li ser wan heye lê nabe ku li dijî peymana Dublînê bikin. Ew hişiyariyê dide ku Swêd di wê rewşê de dê mecbûr bibe gilî li Amanya bike di dadgeha YE de.

Bo Swêdê jî dibe derbarê wan 700 penaxwazên ku ji ber biryara Almanya daxwaznameya wan ya mafê rûniştinê li Swêdê tên ceribandin.

Morgan Johansson dibêje di pêştir de dê ev sîstema almanî ya nû rê veke ji hejmareke mezin ji penaberan re ku bêne Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".