Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Wallström: Riya rast danûstandina bi kurdan re ye

Hat weşandin måndag 14 mars 2016 kl 12.50
"Bi kurdan re rûne"
(1:54 min)
Margot Wallström
Wezîra Derve Margot Wallström li ser Tirkiyê bifikar e. Wêne: Jessica Gow/TT

Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström ku îro li Brukselê beşdarî civîna wezîrên derve yên endamên Yekîtiya Ewrûpa dibe dixwaze Tirkî dest bi danûstandinan bike.

Duh di êrîşeke bombeyî li paytexta Tirkiyê Ankara de nêzîkê 40 kesî hatine kuştin û li gor rayedarên Tirkiyê derdorê 70 birîndarî heye. 

Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström ku îro li Brukselê beşdarî civîna wezîrên derve yên endamên YE dibe teqîn weke çalakiyeke terorî bi nav kir:

– Rewşeke tirsdar e ku careke din ewqas însan têne kuştin. Êrîşeke wiha terorî tirs û sehwê dixe dilê tevahiya welatekî.

Di civîna li Brukselê ya endamên YE de tê payin ku behsa rewşa li Tirkiyê jî were rojevê. Bi pêşveçûna xerab ya Tirkiyê re, dorpêç û şerê li ser bajarên kurd re pirsa bakurê Kurdistanê bûye mijareke germ ya siyaseta derve ya Swêdê jî.

Herî dawî şevê din Tirkî derketina li Nisêbîn û Geverê qedexe kir û piştî êrîşa li Enqerê jî balafirên şer yên Tirkiyê avêtine ciyên gerîlayên PKKê yên li başûrê Kurdistanê.

Li ser êrîşên hewayî yên Tirkiyê wezîra derve got:

– Mixabin ev demeke dirêj e em hereketên wiha dibînin. Tenê tişta em dikarin bikin ew e em banga aramiyê bikin û dest bi danûstandinên bi kurdan re were kirin. Riya rast ev e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".