Du kesên salmezin ku bi demenza ne.
Wêne: Jan Forsman/TT

Nexweşên jibîrkirinê heta 2050 dibin sêqat

2:37 min

Grûpeke navnetewî ya lêkoleran balê dikişînin ser zêdebûna hejmara kesên bi nexweşiya jibîrkirinê, û hişyariyê didin ku ev zêdebûn dikare aloziyekê di sîstema dermankirinê de çê bike.

Kovara bijişkiyê The Lancet Neurology temama hejmara meha çaran li ser zehmetiyên ku civak rastî wan tê, bi mezinbûna temenê xelkê û bi wê yekê mezinbûna rîskê ku bi nexweşiya jibîrkirinê (demenza) bikevin. Naveroka vê hejmarê tenê raporeke dirêj e, ku ji aliyê pisporên vî warî ji 10 welatên cuda. Komîsyona van pisporan ji aliyê profesorê swêdî Bengt Winblad ve hatiye birêvebirin, ku weke profesor li klînîka hişî ya nexweşxaneya zanîngeha Karolinska kar dike.

- Ji xwe dema ku xelk bi temen mezintir dibin, bêhtir bi nexweşiya jibîrkirinê jî dikevin. Niha gerek êdî planeke netewî bi hevkariyeke ewropî ji bo deh salên pêşiya me were danîn. Gerek ji hemû aliyan ve ev xebata lêkolînê baştir bibe, ji lêkolînên laboratwarê bigire heta bi dermankirina li klînîkê.

Ev rapor bo nimûne li ser aboriya tendirustî, jenetîk û tedbîrên pêşgir

Yek ji pêşniyazên van pisporan ew e, ku welatên Ewropayê gerek hevkariyê bi şirketên dermanan re bikin, ji bo ku bêhtir pere li ser dermanzaniya vê nexweşiyê deynin, û herweha ji bo ku rîskên aborî di vê cûreya lêkolînan de kêmtir bibin.

Tê texmînkirin ku îro zêdeyî 47 milyon kes bi nexweşiya jibîrkirinê, yan jî demenza, dijîn.

Û dema ku temen dirêjtir dibe, dê nexweş jî bêhtir bibin. Li gor hesabên hatine kirin, heta sala 2050 dê hejmara kesên bi Alzheimer yan jî formeke din ji formên jibîrkirinê gihiştibe 131 milyonî.

Profesorê swêdî Bengt Winblad:

- Halê hazir dîsan jî nifşeke ewil ji dermanan derketiye, dibe ku em nêzîk nifşa duyem jî bin. Lê pêdiviya me bi piştgiriya siyasetmedaran heye, ji bo ku herkes baş bibîne ku heger em tiştekî derbarê vê kêşeyê nekin, dê sîstemên lênerîn û dermankirinê li gelek welatên ewropî têk biçin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista