Omer Shêxmûs û bajarê Homsê li Sûriyê.
Omer Şêxmûs û bajarê Homsê li Sûriyeyê. Wêne: Privat & Katja Magnusson/Sveriges Radio.
Pisporê siyasî Omer Şêxmûs:

”Aramî li Sûriyeyê di berjewendiya YE de ye”

"Heger aramî li Sûriyeyê çê bibe, dê gelek kes bixwazin vegerin Sûriyeyê"
6:32 min

Di van rojan de dibe 5-saliya destpêkirina xwepêşandanên pêşî li dijî serokê Sûriyeyê Beşar El Esed li hundirê Sûriyeyê.

Ji destpêka wan protestoyan ve, û di van salên ku şerên gelekî giran li Sûriyeyê qewimîne, nêzîkî 109 hezar kesên sûrî hatine Swêdê û penaberî xwestine. Di sala çû de zêdeyî 51 hezar sûrî penaberî li Swêdê xwestin.

Doh Rûsyayê ragihand ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vedikişîne. Ev gav tê çi wateyê ji bo berdewamiya gotûbêjên aştiyê? Rewşa mirovayetî, û bi vî awayî hatina penaberên sûrî bo Ewropayê û Swêdê, çawa tê guhertin?

Fermo, li hevpeyvîna bi pisporê siyasî Omer Şêxmûs re guhdarî bikin!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".