Pereyên swêdî.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Penaxwaz sûdê li aboriya Swêdê dikin

2:31 min

Hatina hejmara mezin ya penaxwazan alîkariya pêşketina mezin ya aboriya Swêdê dike. Ev yek li gor agahiyên Buroya Navendî ya Statîstîkê (SCB) û Dezgeha Şopandina Rewşa Aborî, Konjunkturinstitutet.

Di rêza yekem de kirîna ji aliyê dewletê û şaredariyan ve gelek dibe, dema ku pereyan didin ji bo pêşwazîkirina penaxwazan xerj dikin, li gor serokê beşa pêşbîn li Konjunkturinstitutet Jesper Hansson:

 - Di destpêkê de daxwaz zêdetir dibe, û bi wê yekê Hatîniya Neteweyî ya Nesafî (BNP) jî zêdetir dibe. Dema ku kirîn zêdetir dibe, û paşê dema ku ev kes îqametê bi dest dixin, bêhtir xerj dikin û xanî jî tên lêkirin, wê demê daxwaz hîn zêdetir dibe û aborî jî mezintir dibe.

 Pirseke din ku gelekî ji bo pêşdeçûn û mezinbûna aboriyê girîng e, ew e, bê çiqas ji kesên nû îqame standine, dest bi kar dikin. Heger weke hesabên Konjunkturinstitutet be, û eynî rêjeya îro, wate 60%, ji kesên ku li dervî Ewropayê ji dayik bûne, kar bikin, aborî hîn mezintir dibe, li gor Jesper Hansson: 

- Em piştrast in ku gelek ji van kesan dê dest bi kar bikin. Pirs ew e, ka çiqas ji wan dê kar bikin. Çiqas zêdetir bin, ewqasî aborî xurttir û mezintir dibe.

Lê dîsan jî rêjeya betaliyê bi hatina ewqase penaber bilindtir dibe. Tê texmînkirin ku rêjeya betaliyê di nav kesên jj derve ji dayik bûne, ji rêjeya betaliyê di nav kesên li Swêdê ji dayik bûne, bilindtir bibe. Li gor nirxandina Jesper Hansson, armanca hikûmeta sorekesk ku heta sala 2020ê rêjeya betaliyê li Swêdê bigihîne asta herî nizim ji nav welatên Yekîtiya Ewropî, dê neyê bicîkirin:

 - Li gor pêşbîniyên me, rêjeya herî nizim dê bigihê 6.5%, lê ji wisa nizimtir nabe. Rêjeya betaliyê dê dîsan di 2019an û 2020an de bilind bibe. Û ji ber ku hin welatên ewropî hene ku ji niha ve rêjeya betaliyê lê 5% ye, em bawer nakin ku emê bikaribin bigihên asta herî nizim.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista