Davutoglu och Tusk
Ahmet Davutoglu û Donald Tusk. Foto: TT

”Gemiyên têne Ewrûpa dikarin tijî kurdên Tirkiyê bibin”

Muzakereyên navbera Yekîtiya Ewrûpa û Tirkî
6:42 min

"Daxwazeke Yekîtiya Ewrûpa ya ji bo demokrasiyê ji Tirkiyê nîne û eger wiha dewam bike gemiyên têne Yûnanîstanê wê tişe kurdên Tirkiyê bibe".

Ev çend meh in muzakereyên navbera Yekîtiya Ewrûpa û Tikriyê yên li ser rakirina vîza û koçberên ji Sûriyê dewam dikin.

Rojnamevan Eşref Okumuş dema destpêkirina muzakereyan seyr dibîne û li gor wî YE hesabên şaş dike. 

Okumuş dibêje berya niha YE digot ji ber kêmasiyên di mafê mirovan û demokrasiyê de wan Tirkî nedihewandin. Di van deh salên dawî de tu caran rewş li Tirkiyê ewqas xerab nebûye û di vê demê de ew dest bi muzakereyan dikin.

Bi raya Okumuş daxwazeke Yekîtiya Ewrûpa ya ji bo demokrasiyê ji Tirkiyê nîne û eger wiha dewam bike gemiyên têne Yûnanîstanê wê tişe kurdên Tirkiyê bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".