Av.
Wêne: CHRISTINE OLSSON

Madenên giran di ava Skåne de

"40-60 qat li sînorê herî bilind e"
1:24 min

Rêjeyên gelekî bilind ji madenên risas û kadmiyûm di ava bîrê ya li herêma Skåne de hatine dîtin.

Tê texmînkirin ku ev maden ji kevirên bingehên çiyayan ketibin nav avê de, û erdzan dibêjin ku dibe ev maden di nav ava gelek deverên din li Swêdê hebin.

Peter Dahlqvist li Navenda Lêkolîna Jeolojiyê ya Swêdê, ku lêkolîna li Skåne kiriye, dibêje ku wî tu caran berê rêjeyên wisa bilind ne dîtine:

- Belê, ev astine ecêb bilind in. Gelek bîr di herêmeke gelekî biçûk de ne, û ev rêje di her lîtrekê de nêzîkî 400-600 mikrogram in.

Sînorê herî bilind ji bo risasê di nav avê de 10 mikrogram û ji bo kadmiyûm di her lîtrekê de 5 mikrogram e. Wate di nav ava bi rêjeyên herî bilind ên risasê, nisbeta risasê 40-60 qat li sînorê herî bilind e.

Rêjeyên bilind ên risasê dikarin zirarê bidin sîstema eseban a zarokan bikin.

Navenda Lêkolîna Jêolojiyê li Swêdê şîretan dide ku nirxandin li gelek şaredariyên Skåne werin çêkirin, lê herweha li herêmên derûdora Östersundê, li dora Linköpingê û li Mönsterås li parêzgeha Kalmarê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".