Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Polîsên Swêdê.
Wêne: Marcus Ericsson/TT
Säpo:

Casûsiya van 3 dewletan a herî xeter e

"Gerek em van kesan û pêwendiyên wan baş bişopînin"
2:50 min

Rûsya şerekî psîkolojîk li dijî Swêdê pêk tîne, bi armanca ku biryarên demokratîk werin berovajîkirin û jihevbelavkirin. Li gor polîsên îstîxbaratê, him siyasetmedar, him miletê normal armanca kampanyayên Rûsyayê ne.

Wilhelm Unge ku li dijî casûstiyê kar dike, û wî di pêşkêşkirina îstîxbaratê ya bûyerên salê de wisa got:

- Me di 2014an de bi berfirehî behsa xetera ji aliyê Rûsyayê ve kir, û ji wê demê ve ew xeter mezintir bûye. Niha xeter ne tenê xetera îstîxbarata rûsî ye, lê belê xetera giştî ji aliyê Rûsyayê ve ye.

Ev şer di gelek waran de tê meşandin; siyasî, aborî û dîplomatî, û herweha bi rêya belavkirina agahiyên şaş, li gor Wilhelm Unge;

- Gelek ji wan hene ku herdem li ser rûpelên me yên torên medyaya civakî şirove dikin. Propaganda û agahiyên nerast bi rêya medyayên mîna RT û Sputnik tên belavkirin. Armanca van jî ew e ku dîtina me ji tiştan re were guhertin.

Polîsên îstîxbaratê herweha dibêjin ku Rûsya hîn jî xetera yekem a casûsiyê li dijî Swêdê ye, piştî wê Îran û Çîn tên.  

Li gor polîsên îstîxbaratê, bi dehan ji wan dîplomatên rûs li Swêdê casûs in. Yek ji wan ji Swêdê hate derxistin jî.

Wekî din, heta roja îro, li gor agahiyên Säpo, zêdeyî 300 kes kes ji Swêdê çûne û tevî Dewleta Îslamî, Daiş, li Sûriyeyê û Îraqê bûne. Ji wan 135 kes vegeriyane Swêdê, û 44 kes hatine kuştin. Li gor analîzer Lari Nyroos gelek kiriyar yan hewldanên kiryarên terorîst li deverên nêzîk me dikarin cî bigirin:

- Kesên ji nav Dewleta Îslamî vedigerin Swêdê xeter in. Xeterên din jî hene, lê ne bi qasî van kesan in. Ev yek dikare wisa were îzahkirin; van kesan xwe fêr kirine ku bikaribin kiriyarên terorîst bi cî bînin, û ji bilî wilo toreke pêwendiyê li gel kesên weke xwe ji Swêdê û deverên din çê kiriye. Ji bo wilo, gerek em van kesan û pêwendiyên wan baş bişopînin.

Lari Nyroos dibêje ku hevkariya bi polîsan re baştir bûye û niha amadebûna rêgirtina li ber kriyarên terorîst baştir bûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".