Federasyon
Di nav Federasyona Rojava û bakurê Sûriyê de hersê kantonên kurd jî cî digrin.

Federasyona Rojava û bakurê Sûriyê hate îlan kirin

"Federasyon wê yekîtiya kurd xurt bike!"
3:52 min

Federasyon wê yekîtiya kurd xurt bike û ji bo nasandina federasyonê em ê bikevine nav hewldanan de. Ev gotinên serokê PYDê yê Swêdê Şiyar Alî ne.

Îro pistî nîvro li rojavayê Kurdistanê Federasyona Rojava û bakurê Sûriyê hate îlan kirin. 

Li civîna Rimêlan ya ku ser 150 kesî beşdar bûn û ev çend roj bû berdewam bû de tê ragihandin ku Hediya Yûsiv ya kurd û Mensûr Selîm yê ereb weke hevserokên federasyona nû hatine hilbijartin. 

Berpirsê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) yê Swêdê Şiyar Ali dibêje ji bo naskirina federasyonê ew ê li Swêd û Ewrûpa bikevine nav hewldanan de.

Li gor Şiyar Ali daxwaza tevgera kurd ya rojavayê Kurdistanê gişt federasyone û lewra bi baweriya wî bi federasyonê re yekîtiya navxweyî wê xurt bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".