Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Seher Yilmaz dibe yek ji deh kesên herî bi hêz

Hat weşandin fredag 18 mars 2016 kl 15.16
"Divê mirov teslîm nebe!"
(5:00 min)
Seher Yilmaz
Seher Yilmaz ji 2014ê ve seroka Rättviseförmedlingen e. Foto: Pressbild Wêne: Caroline Tibell

Sendîkaya TCO lîsteyek çêkiriye û li gorî lîsteyê keçeke kurd, Seher Yilmaz di pêşerojê de li Swêdê wê yek ji deh kesên herî bihêz be.

Halê hazir li Swêdê kesên mîna serokwezîr Stefan Löfven, sazkar Marcus Wallenberg û seroka partiya sereke ya muxalefetê Anna Kinberg Batra weke bihêztirîn kesên welêt têne dîtin. 

Lê gelo di pêş de kesên herî bi hêz yên Swêdê wê kî bin? Sendîkaya TCO lîsteyek çêkiriye û li gorî lîsteyê keçeke kurd, Seher Yilmaz di pêşerojê de li Swêdê wê yek ji deh kesên herî bihêz be.

– Heta niha jî wextê ez van nîşaneyan distînim ecêbmayî dimînim. Û di heman demê de bi xwe dihesim bê çi îmkan û derfetên nedîtî ketine destên min. 

Di lîsteya ku TCO çêkiriye de 99 navê ciwanên ku tê bawer kirin di salên pêş de herî zêde xwedîxeber bin heye. Berpirsa giştî ya rêxistina Allbright Amanda Lundetag serê lîsteyê dikişîne. Piştî wê rojnamevan Kristoffer Örstadius tê û Seher Yilmaz di rêza 6ê de ye.

Seher Yilmaz ku kurdeke ji bakurê Kurdistanê ye li Swêdê ji dayik bûye û ji 2014ê ve ew seroka rêxistina bi navê Navberiya Dadmendiyê (Rättviseförmedlingen) e. Lê ji ber ku Seher bi kurdî nizane em mecbûr vê hevpeyvînê bi Swêdî dikin. 

Di lîsteya ku TCO çêkiriye de ji bilî Seher Yilmaz çend kurdên din jî hene. Weke nimûne siyasetvana Sosyaldemokratan Evin Ҫetin jî di lîsteyê de ye.

Seher dibêje kurdbûna wê hem îradeya wê xurt dike hem jî carna dibe sebeba hin zehmetiyan.

– Dêûbavên min weke mihacirên siyasî hatine Swêdê. Û ji zaroktiya min ve ez wisa fêr bûme ku ji bo guhertinên ez dixwazim divê ez têbikoşim, li ber xwe bidim. Eger ez neheqiyekê bibînim divê ez li hemberî derkevim. Ez bi vî rengî mezin kirim. Lê ji aliyê din ve ji ber ku ez ne weke swêdiyekê xuya nakim rastî pêşhikmiyan têm. Gelek kes ji xwe dipirsin bê swêdiya min çiqas têrê dike, bê ez ê bi kêr werim bersiva xwe bidim hwd. Heta niha jî ez rastî tiştê wiha têm. 

Seher Yilmaz ya niha 30 salî li platform û qadên cuda nûnertiya rêxistina xwe Rättviseförmedlingen dike, semînerên li ser wekhevî û edaletê li dar dixe, di raya giştî de ciyekî berbiçav digre. Weke nimûne berya çend mehan li Radyoya Swêdê ji bo zêdeyî 50 rojnamevanî wê semînerek da, bi awayekî ji xwe piştrast û serbest bersiva pirsên rojnamevanan da.

Seher Yilmaz jixwebaweriyê bi tecrûbeyê ve girê dide. Herçend temenê wê nemezine jî, berya 12 salan, ango hêj di 18 saliya xwe de ew dibe seroka Yekîtiya Xwendekarên Swêdê.

– Bi ketina nav rêxistinên ciwanan ez ketime vê riyê de. Di temenekî ciwan de mirov berpirsiyariyên mezin digre ser xwe û tiştên cihêreng diceribîne. Mirov pêşengiya hin însanan dike û fêrî axavtina bi kesên cuda re dike. Bi riya van rêxistinên ciwanan ku ez zû ketime nav de min ev tev ceribandin. Lê gelek kesên din belkî heta temenê wan meztir nebe van tiştan neceribînin. 

Û ji bo ciwanên ku dixwazin guhertinekê, tesîrekê li civatê bikin Yilmaz van pêşniyazan dike:  

– Berya her tiştî divê mirov di warekî de hilbijartinekê bike, kêfa mirov ji wî tiştî re were û mirov wê girîng bibîne. Ya duduyê ew e ku dinya di rojekê de nayê guhertin. Lewra divê mirov dewam bike, xwe ragire û teslîm nebe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".