Jean-Claude Juncker, Ahmet Davutoglu och Donald Tusk
Serokê Komîsyona Ewrûpa Jean-Claude Juncker, serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û serokê Konseya Ewrûpî Donald Tusk. Foto: TT Wêne: Olivier Hoslet

Yekîtiya Ewrûpa û Tirkî li hev hatin

0:44 min

Derheqê koçberên ku derbasî Ewrûpa dibin Yekîtiya Ewrûpa û Tirkî li hev hatin.

Li gor peymanê hemû koçberên ku ne bi riyên qanûnî ji Tirkî derbasî Yûnanîstanê dibin wê ji 20ê adara 2016ê û pê de li Tirkî bêne vegerandin. 

Ji bo xwedîderketina li koçberan wê YE bi du defhan alîkariyê bide Tirkî. Di destpêkê de YE dê nêzîkê 28 mîlyar kron bide Tirkiyê. Ji van pereyan derdorê 600 mîlyon kronî Swêd dê bide. 

Û di sala 2018ê de wê ewqas pereyên din dîsa YE weke alîkariya koçberan bide Tirkiyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista