Mazlum Dogan û Mehdi Zana
Mehdî Zana behsa hevdîtina dawî ya Mazlum Dogan dike.

Hevdîtina dawî 6 saniye bûn

Zana: "Ez niha heq didime çalakiya wan"
3:46 min

Mehdî Zana behsa hevdîtina dawî ya Mazlum Dogan ku bûye sembolek Newrozê dike.

Cejna kurd ya neteweyî Newroz, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di van salên dawî de bi kombûnên girseyî yên mezin, carna bi beşdariya sedhezaran, mîlyonan tê pîroz kirin. Lê pîrozkirina Newrozê hertim ne wiha bûye. 

Mîna nasname û zimanê kurdî pîrozkirina Newrozê jî li Tirkiyê bi dehsalan qedexe bû, beşdariya cejnê dikarîbû cezayê mezin bi xwe re bîne. Îcar ji bo ku ew serbest bibe nexasim di destpêka salên 90î de bi dehan kes di pîrozbahiyan de hatin kuştin û hin kesên mîna Zekiye Algan ji bo mafê pîrozkirina Newrozê di vê rojê de xwe şewitandin. 

Lê yê ku berya wan, hêj di newroza sala 1982ê de çalakiyek li dar xist û ji bo wî pir caran Kawayê Hemdem tê gotin Mazlum Dogan e. 

Mazlum Dogan ku yek ji damezrênerên PKKê bû di cunta 1980î de tê girtin û wî tavêjine Zindana Diyarbekirê. Li hemberî zilm û zora xedar di roja Newrozê de ew dawî li jiyana xwe tîne. 

Siyasetmedarekî din yê kurd Mehdî Zana hingî di heman zindanê de bû. Zana behsa hevdîtina dawî ya Mazlum Dogan dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".