Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Serokwezîr Stefan Löfvén:

”Êrîşa Brûkselê li dijî Ewropaya demokratîk e”

Hat weşandin tisdag 22 mars 2016 kl 10.01
Bryssels flygplats
Wêne: Daniela Schwarzer/TT

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvén derbarê êrîşa bi bombeyan li ser balefirgeha Zaventem, û li metroyê li Brûksela paytexta Belcîkayê daxuyanî da.

Nivîsa Löfvén:

 -”Îro Brûksel rastî êrîşên terorê hat, û tevî ku em bi temamî mezinbûna vê êrîşê nizanin, agahî derbarî mirî û birîndaran hene. Ev êrîş êrîşeke li dijî Ewropaya demokratîk bi giştî ye. Emê ti carî qebûl nekin ku terorîst êrîşî civakên me yên azad û vekirî bikin. Hikûmet rewşê deqe bi deqe dişopîne. Em herdem agahiyên xwe derbarê mezinbûna êrîşê nû dikin, û bê swêdiyên li wir çawa zirarê ji vê êrîşê dibin.”

Wezareta derve ya Swêdê ji hevwelatiyên swêdî li Brûkselê dixwaze ku pêwendiyê bi merivên xwe re bikin. Wekî din wezaret radigehîne ku gelek rêyên bo Brûkselê hatine girtin. Wezaret herweha ji hevwelatiyên swêdî dixwaze ku neçin balefirgeha Zaventen.

Niha polîsên swêdî jî amadebûna xwe li balefirgehên Arlanda û Brommayê zêde dike.

Tê zanîn ku polîsên îstîxbaratê (Säpo) tevî vê êrîşê biryar ne daye ku asta gefa terorê li Swêdê bilind bikin. Ev gef berî çend mehan hatibû bilindkirin bo asta 4an, ji ber ”agahiyên derbarê gefeke berçav”, lê paşê dîsan hate daxistin bo asta 3an, ji miqyaseke 5-astî.



Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".