Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Äpplen, Eva Sääv, Askersund, sylt, marmelad, klimat
Wêne: Madeleine Persson/Sveriges Radio

Madeyên qedexe di xwarinê de

"Dikare tahdeyê li şiyana zarokanînê bike"
2:09 min

Gelek ji bixetertirîn cûreyên dermanên dijî ziyandaran di xwarinên swêdî de peyda dibin, tevî ku ew made di hemû Yekîtiya Ewropî de qedexe ne.

Beşek ji wan hormonan ji hev dixin, û ji bo wilo heta pîvanên gelekî kêm ji wan madeyan jî xeter in. Û tevî ku Dezgeha Kontrolkirina Xwarinê, Livsmedelsverket, jibermayîyên van 22 madeyan di çandiniyên ewropî de dîtine, tu alarm ne dan.

Ev agahî di eşkerekirineke beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê, Ekot, de hatin der. 

Ev dermanên dijî ziyandaran ji hin madeyan pêk tên, ku hem ji bo însanan, hem ji bo heywanan li deverên çandiniyê, bixeter in, lê herweha pîvanên gelekî kêm ji bo serfdaran jî ziyandar in. Ev derman bo nimûne di sêv, pirteqal, birinc, tirî, mewîj û gelek cûreyên îsotan de hatine dîtin. Ev derman dikarin tahdeyê li şiyana zarokanînê bikin, li gor Peter Bergkvist, şêwirmendê çavdêriya madeyên kîmyayî.

Tê zanîn ku bikaranîna vandermanan ji derveyî Yekîtiya Ewropî ne qedexe ye, û kirîna fêkî bi van madeyanhatine dermankirin, jî ne qedexe ye. Lê belê bikaranîna van dermanan diçandiniya li Yekîtiya Ewropî de qedexe ye, û li gor eşkerekirina Ekotê,bermayîyên van dermanan di gelek çandiniyên ji Yekîtiya Ewropî de jî hatinedîtin.

Petra Fohgelberg ji Dezgeha ÇavdêriyaXwarinê, dibêje ku îro wezîfeya wan a sereke ew e, ku kontrol bikin ku rêjeyawan dermanan ji sînorê herî bilind derbas nebe. Lê rexne ji aliyê çavdêriyamadeyên kîmyayî tê kirin, ku gerek çavdêriya xwarinê rûtînên xwe nû bikin, ûgerek welatên ku ew çandinî lê çê dibe, werin agahdarkirin!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".