Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Çend swêdî li Brukselê ne xuya ne

Hat weşandin onsdag 23 mars 2016 kl 10.03
Jineke bi birînên giran tê dermankirin
(0:45 min)
Xelk goriyên Brukselê bi bîr tînin.
Mûm hatin pêxistin, û gul ji bo canên goriyên terorîzmê li Brukselê hatin diyarîkirin. Wêne: Nora Lorek/TT

Sê swêdî birîndar in, û çar kes hîn jî ne xuya ne, piştî kiryarên terorîst ên doh li Bruksela paytexta Belcîkayê.

Ji wan sê swêdiyên ku birîndar bûne, jineke ku ji bo komîsyona Yekîtiya Ewropî kar dike, birînên wê giran in.

Li gor wezareta derve a swêdî, 4 swêdî li Bruksel hene, ku merivên wan nikarîbûne pêwendiyê bi wan re deynin, û heta niha ew kes ne xuya ne.

Ji wan sê birîndaran, du kes hîn jî li nexweşxaneyê tên dermankirin. Jina bi birînên giran li mêtroya Maelbeekê bû, dema ku kesekî xwe teqand.

Bi giştî 6000 swêdî li Belcîkayê dijîn, û gelek şirketên swêdî li wir tên birêvebirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".