Polîsên swêdî li balefirgeha Arlandayê li Stockholmê.
Polîsên swêdî li balefirgeha Arlandayê li Stockholmê. Wêne: Johan Nilsson/TT

Guman ji amadebûna Swêdê beramber terorîzmê

0:40 min

Lêkolîneke zanistî ji zanîngeha Umeå diyar dike ku karmendên dezgehên krîzan ne gelekî jixwebawer in. 

Tenê yek ji sê karmendên polîsan, xizmeta xelaskirinê û ambulansan li Swêdê baweriya wan bi şiyana rêkxistinên xwe heye ku di bûyereke mîna ya Brukselê de tev bigerin.

Lêkolîneke zanistî ji zanîngeha Umeåyê vê yekê diyar dike, li gor rojnameya Svenska Dagbladet.  

Lêkolîner Annelie Holgersson dibêje ku ev encam nayê wateya ku amadebûn bi rastî jî ewqase xerab e, lê belê dikare wisa be ku ev karmendên ku di bûyereke wisa de gerek tev bigerin, hest dikin ku heger bûyereke wisa li Swêdê qewimî, zaniyarî û îmkanên wan têr nakin ku li ser encamên kiryareke wisa kar bikin.

Ev pirs piştî bûyerên doh ên Brukselê gelekî aktuel dibin. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista