Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd ji bo federasyona Rojava çi dibêje?

Hat weşandin torsdag 24 mars 2016 kl 17.05
”Ya girîng gotina de Mistura ye.”
13 min
Federationen i Rojava och Norra Syrien och Staffan de Mistura
Helwesta Swêd ya beramber Federasyona Rojava û bakurê Sûriyê girêdayî helwesta Staffan de Mistura ye.

Gelo helwesta hikûmet û parlemana Swêdê beramber îlana Federasyona Rojava û bakurê Sûriyê çi ye?

Roja 17ê adarê di komcivîneke li bajarê rojavayê Kurdistanê Rimêlan de Federasyona Rojava û Bakurê Sûriyê hate îlan kirin ku tê de kantonên Cizîr, Kobanî û Efrînê jî cî digrin. Sûrî bi rejîm û muxalefeta xwe ew weke gaveke ber bi parçekirina Sûriyê ve nirxandine û li dijî îlana federasyonê derketin. Neteweyên Yekgirtî, dewletên sereke wekî Amerîka û Rûsya jî heta niha bi mesafe nêzîkê federasyonê bûne û tu destek nîşan nedane.

Îcar gelo helwesta Swêdê ya beramber federasyona hatî îlan kirin çi ye û di pêş de dikare çi be?

Di vê raporê de em ê li bersiva vê pirsê bigerin. Em ê bi nûnerên Sosyaldemokratan, Partiya Ҫep û Lîberalan re biaxivin. Lê berya wan em guhê xwe bidine daxuyaniya Wezareta Derve ya Swêdê.

Karin Nylund berdevka çapemeniyê ya Wezareta Derve ye. Ew dibêje:

– Divê halekî siyasî ji pirsgirêka Sûriyê re were peyda kirin. Û Swêd piştgiriyeke tam dide danûstandinên aştiyê yên li Cenevre ku bi pêşengiya Neteweyên Yekgirtî têne meşandin.

Li ser pirsa bê eger hat û NY federasyonê nas bike wê helwesta hikûmeta Swêdê ya resmî çi be Nylund dubare dibêje em destekê didine hewldanên NY û eger NY federasyonê nas bike hingî ew ê pirsê bigirine dest.

Ev gotinên berdevka çapemeniyê ya Wezareta Derve ya Swêdê Karin Nylund in ku hevkarê me Şaho Mwany pê re axivî bû. 

Em ê vegerine ser hewldanên aştiyê yên Neteweyên Yekgirtî û bi taybetî pirsa ku kurd ji bo danûstandinên aştiyê yên Cenevrê nehatine vexwendin. Lê berya wê em binêrin bê nêrîna partiyên swêdî yên di parlemanê de li ser îlankirina Federasyona Rojava û bakurê Swêdê çi ye.

Hans Lindé berdevkê siyaseta derve yê Partiya Ҫep, Vänsterpartiet e. Ew radigihîne ku Partiya Ҫep destekê dide sîstemeke federal.

– Tenha nimûneya erênî li Sûriyê herêma kurd ya Rojava ye. Ewlekariya xelkên sivîl hatiye temîn kirin, xwedî li mafê mirovan hatiye derketin û tenha hêz bûye ku di têkoşîna hemberî Daişê de bi ser ketiye. Lewra digel şerê ku heye jî hewldanên li wir yên ji bo sazkirina modeleke demokratîk ya pêşerojê em erênî dibînin.

Parlamenterê Partiya muxalefetê Lîberalan Fredrik Malm jî îlana federasyonê weke gaveke siyasî ya mantiqî dinirxîne.

– Di pêşerojê de Sûrî wê nikaribe ji merkezekê, weke rejimeke ereb were birêve birin. Muxalefet jî tu hêviyên ji bo pêşerojê ne dide kurdan ne jî kêmneteweyên din. Loma tiştekî mantiqî ye ku kurd gavên pêşdetir tavêjin da ku xweseriyeke berfirehtir û federaliyê bi dest bixin.

Fredrik Malm bi berdewamî dibêje weke lîberal hin xalên ji bo wan girîng hene; weke nimûne bihêzkirina şexs, îndîvîdan ku di jiyana rojane de bibine xwedîxeber, rêzgirtina ji mafê kêmneteweyan re, giringîdana wekheviya jin û mêran, nirxên demokrasiyê û hwd. Û ya nêzîkê van nirxan li gor Malm li herêmên di destên kurdan de bûye.

– Ew kantonên Rojava ku li Sûriyê îstiqrar lê baştir e û bêhtir di aştiyê de dijîn divê karibin xwe pêş de bibin. Nişteciyên wira divê bi xwe biryarê bidin bê pêşeroja welat û herêma wan divê çawa be. Ji bo pêşeroja Sûriyê tişta xuya dike ew e ku Sûrî li gor herêmên etnîkî û dînî were dabeşkirin, û Kurdistan herêmeke bi vî rengî ye.

Belê, bi raya Fredrik Malm Sûrî ber bi dabeşkirineke dînî û etnîkî ve diçe û lewra îlana federasyonê weke gaveke erênî dinirxîne. Lê argumenta dewlet û hêzên li dijî federasyonê derdikevin jî ew e ku federasyon tê wateya parçekirina Sûriyê.

Hans Lindé radigihîne ku di hevdîtinên bi kurdan re ew li ser van xalan axivîne û dibêje ew sîstema federasyonê weke parçebûnê nabînin.

– Li Sûriyê ji bo ku hemû komên etnîkî û dînî bikaribin bi hev re bijîn sîstemeke ne merkezî ya desentralîze pêwist e. Nûnerên kurd yên ji Sûriyê ku ez bi wan re diaxivim jî eşkere dikin ku ew ne di pey parçekirina Sûriyê de ne, lê li bidestxistina mafên xwe yên rewa digerin.

Herçend nûnerên Partiya Ҫep û Lîberalan bi erênî nêzîkê îlankirina federasyona Rojava dibin jî ew tenê didu ji heşt partiyên parlemana Swêdê ne. Di parlemanê de ya girîng bi taybetî wê nêrîna partiya desthilat Sosyaldemokrat û partiya sereke ya muxalefetê Moderatan be. Me jî ji parlamenterê Sosyaldemokratan yê kurd Serkan Köse hem nêrîna wî bi xwe pirsî hem jî jê xwest ew resmekî giştî yê parlemana Swêdê beramber federasyonê bide me. Ew federasyonê ji bo kurdan weke gaveke pîroz dinirxîne û dibêje ya girîng ji bo Swêd helwesta nûnerê NY Staffan de Mistura ye.

Danûstandinên NY yên bi mebesta peydakirina aştiyeke ji şerê Sûriyê re li Cenevrê berdewam in, lê bi taybetî ji ber zextên Tirkiyê birêvebiriya kantonên Rojava nehatiye vexwendin.

Hem Hans Linde ji Partiya Ҫep, hem jî Fredrik Malm yê ji Lîberalan destnîşan dikin ku gereke kurd bibine beşek ji muzakereyên Cenevrê. 

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî yê Sûriyê Staffan de Mistura ye. Herçend de Mistura bi xwe berya niha ji bo çareseriya Sûriyê behsa sîstemeke federal kiribe jî piştî îlankirina Federasyona Rojava bêyî ku ew behsa fikrê NY bi xwe bike daxuyaniyek da û got ”Birêvebirî û muxalefeta Sûriyê ji bo parastina yekîtiya axa Sûriyê li hev hatine ku behsa federasyonê nekin”. 

Serkan Köse radigihîne ku berya niha ew bi nûnerê NY de Mistura re rûniştiye û pirsa beşdariya aliyê kurd di gotûbêjên Cenevrê de aniye rojevê. Li gor Köse de Mistura ragihandiye ku bêyî kurdan peydakirina çareseriyê wê nemimkun be, miheqeq di pêş de kurd wê beşdarî danûstandinan bibin. Bi raya Köse bi îlankirina federasyonê re kurdan daxwaza xwe zelal kirine û ev herwiha dikare pêşiya NY jî veke.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".