Utanför Skatteverkets kontor.
Wêne: Kenny Bengtsson / SvD / TT
Belgeyên Panamayê:

Şefên Dezgeha bacê xwestin sextekariyan veşêrin

2:21 min

Du şefên herî bilind li Dezgeha bacê hewil dane sextekariyên bacê yên siyasetmedarên berê veşêrin û muameleyeke taybetî bi wan re bikin.

Şefên herî bilind li Dezgeha bacê, Skatteverket, hewil dan peywendiyê bi sekreterê encûmena wezîran yê berê re deynin ji bo wî agahdar bikin ku bernameya Uppdrag Granskining ya Telefizyona Swêdê (SVT) bi ser sextekariyên wî yên bacê li derveyî welat vebûne û nuha lêkolîn dikin.

Eşkerekirinên girêdayî belgeyên Panamayê giheştine hawîrên siyasî û di nav karmendên siyasî yên berê di hikûmeta burjiwa de.

Beriya sê heftiya bernameya Uppdrag Granskning bi ser belgeyên taybetî yên mal û milkên derveyî welat yên siyasetmedarên swêdî, birêvebirên giştî û maldarên cuda ku nehatine rapor kirin vebû û yên nuha ew bi xwe dixwazin rast bikin û teslîmî dezgeha bacê bikin.

Di nav wan de Frank Belfrage, sekreterê encûmena wezîran yê berê ku di heşt salan de li jêr wezîrê karûbarê derve Carl Bildt kar dikir hebû û ew di halê hazir de naxwaze vê nûçeyê şîrove bike.

Di bernameyê de tên ragihandin ku Dezgeha bacê bi kêmanî hewil daye bi Frank Belfrage re bi awayekî tayebtî muamele bike.

Birêvebira bilind Helena Dyrssen, şefa herî nêzîkî birêvebirê giştî Ingemar Hansson, her du dibin hevkarên berê bi Belfrage re. Dyrssen bi rêya telefonê hewil da wî agahdar bike.

Di bernameyê de ew mikur tê ku telefonî Belfrage kiriye lê ku wî bersiv nedaye. Ew dibêje mebesta wê tenê zelalkirina rewşê bû û awayê karkirina dezgehê di rewşên wiha de.

Herweha di berdewamiya bernameya Uppdrag Granskning de hate eşkerekirin ku bankeya Nordea bi milyaran deyn dane ji bo avakirina avahiya mezin ya bîroyan li Moskoyê.

Yê ev pere wergirtine olîgarkekî maldar e ji Kazakistanê ye bi girêdanên xurt bi serokê Kazakistanê Nursultan Nazarbajev re. Ev deyn bi rêya şirketên ”sindoqa postê de”bûne, ango şirketên bi nav lê bê xebat li Panamayê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista