Jan Zedenius
Jan Zedenius, doktorê berpirs. Wêne: Cancerfonden/TT
Raporeke nû:

Nexweşên kanserê zêde dibin

1:46 min

Ta sala 2040 wê hejmara kesên bi nexweşiya seretanê, ango kanserê, bi 90 % bêhtir bibin.

Ne tenê hejmara nexweşên kanserê bi hêz zêde dibin lê bi wê re jî mesref û lêçûnên ji bo civakê ducar dibin, li gor rapora salane ya fona kanserê, Cancerfonden.

Doktorê berpirs Jan Zedenius dibêje ev yeka dê merc û şertên mezintir deyne li ser warê lênerînê eger guherîn li dar nekevin:

-Derbarê berdestbûnê ye û ku yê nexweş di zûtirîn demê de lênerîneke baş werbigire û heman karmendên warê lênerînê di îlackirina xwe de bibînin. Ev zehmetiyên îro ne.

Doktor Jan Zedenius dibêje giring e jî ku ew îlaceke minasib werbigirin da ku li jiyaneke normal vegerin, ev yeka ne tenê ji bo yê nexweş baş lê herweha ji bo aboriya civakê jî.

Li gor pêşbîniyên Dezgeha tendirustiya gel, Folkhälsomyndigheten, dê di 2040 de nêzîka 100 000 swêdî salan e bi nexweşiya kanserê bikevin.

Miletê Swêdê her bi emir mezintir dibin û gelek di dawiya emir de bi nexweşiya kanserê dikevin.

Danberhev bi îro re dê di 2040 de hejmara nexweşên kanserê ducar bibin, bi texmîn wê dora 630 000 kes bi kanserê bikevin. Fona kanserê nuha daxwaza perexistinên bêhtir dikin ji bo warê lêkolînê da ku îlac û dermanên baştir bên amade kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista