nyanlända flyktingar i färjan. Foto: TT
Foto: TT

Hikûmet guherînên di siyaseta koçê de pêşkêş dike

Wezîrê koçê Morgan Johansson nuha di civîneke çapemenî de guherînên di siyaseta koçê ya swêdî de pêşkêş dike. Hûn karin li ser vê lînkê guhdarî bikin.

Piştî rexneyên ji hewalgehên amojgariyê yên cuda ve nuha hikûmet guherînan di siyaseta koçê de dike.

Guherînên mezin derbarê bisînorkirinên imkana wergirtina rûniştinê ne ango îqameyê, beşêk derbarê wê ye ku îqameyên demî nuha dê bibin daîmî eger ew kesa karekî ji xwe re peyda bike.

Derbarê vê pirsê rêxistina Xaça sor hişiyariyê dide ku ev guherîn dê tesîrê li gencên nû hatine Swêdê bike ku dest ji xwendinê berdin û kar bikin da ku îqameya daîmî werbigirin.

Hikûmet li vê rexneyê guhdarî kiriye û nuha dibêje da ku kesên li jêr 25 saliyê dest ji xwendinê bernedin ew di merc nuha ji bo xwe xwedîkirinê de hesb nabin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista