Heçî bixwaze dikare li swêdiyekî bigere

3:00 min

Êdî mirov li kudera dinyayê dibe bila bibe dikare belaş li kesekî Swêdê bigere û çi pirsa bixwaze jê bike, yan jî tenê pê re civatê bigre.

Komeleya Turîstên Swêdî (Svenska Turistföreningen) ji kesên derveyî Swêdê re xeteke telefonê ya bi navê numreya Swêdî (The Swedish Number) vekiriye. Xet bi riya apeke telefonê ye, yanî herkesê bixwaze dikare wê bi kar bîne.

Di nav du rojan de zêdetir ji 10 000 kes li hejmarê geriyan e û herî zêde jî yên ku digerin ji Tirkiyê ne. 

Niklas yek ji bi hezaran kesên li Swêdê ye ku ev apa telefonê ya bi nave “The Swedish Number” daxistiye û bi vî rengî bûye “nûnerekî Swêdê”. Wextê kesek ji derveyî Swêd li “The Swedish Number” digere ew berekende bi kesekî li Swêdê re tê girêdan. Kesê ku digere bixwazibe çi pirsê bike, li ser çi bipeyive bi xwe biryarê dide. Jenny Engström berpirsa pêwendiyan ya Komeleya Turîstên Swêdî ye û wê bi xwe bersiva çend kesan daye:

–Hinek dipirsin bê mirov li Swêd çawa dikare bixwîne, hinek pirsa seyrangehên li Göteborg dikin. Hinek dipirsin bê li kudera Swêdê mirov dikare ronahiya herî xweş ya şevên bakurî bibîne. Yanî her cure pirs têne kirin. 

Mebest bi kampanyê ew e ku bala mirovan bikişînine ser Swêdê û hemû kesê li Swêdê bi xwe bi şêwazê xwe bikaribe di vê yekê de cî bigre. 

Duh nîvro, rojekê piştî destpêka kampanyayê 5 000 kes telefon dabûn. Vê sibê ev hejmar gihîştibû 12 000. Û di van rojên destpêkê de herî zêde xelk ji Amerîka û Tirkî li Swêdê geriyan e.

– Roja ewil piştî nîvro xelk hema hema tenê ji Tirkî digeriyan. Paşê me fam kir ku navdarekî tirk di Youtube de behsa apê kiribû û loma ew pir belav bûbû. Niha amerîkî pir digerin, lê kesê 3 000 mîn ku geriya ji Nîjerya bû. Yanî ji hemû aliyê cîhanê xelk digerin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista