Lihevnekirin derbarê zêdekirina meaşan.
Lihevnekirin derbarê zêdekirina meaşan. Wêne: Lynne Sladky

Karkerên avakirinê dikevin girevê de

1:14 min

Bandorê li endustrî, avakirina xaniyên nû û trafîkê dike.

Sendîkaya karkerên avakirinê, Byggnads, îro sibehê ragehand ku gava yekem ji gireva ku wan berê pêşagahdar kiribû, hate avêtin, û 1650 karkerên avakirinê, bi taybetî li cihên endustrî, avakirina xaniyên nû û karkerên tamîrkirina rêyên trafîkê, îro ketin girevê deû ne çûn karên xwe.

Sendîka û terefê xwediyên kar li ser gelek xalan di tevgerîna peymanên karî de li hev ne kirine. Yek ji wan xalan rêjeya zêdekirina meaşan e. Saziya hikûmî ya ku navberiya herdu terefan dike, pêşniyaz kiriye ku ew 2,2 % be, eynî rêjeya ku xwediyên kar jî qebûl kiriye. Lê sendîkayê daxwaza 3,2 % kiriye.

Wekî din, hin xalên ku li ser ne hatiye lihevkirin şertên kesên nû hatine Swêdê û kesên ji derveyî Swêdê tên vir ji bo ku kar bikin. Meaşên wan gelekî nizim e, li gor sendîkayan, û xwediyên kar dibêjin ku mesrefên kar jî zêde dibin û îmkanî tune ku meaşan ewqase zêde bikin.

Heger di berdewamiya danûstandinan de terefan li hev ne kir, hejmara kesên bikevin girevê de dikare bigihîje 2600 karkerên avakirinê.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista