Goriyên Dewleta Îslamî li Îraqê.
Goriyên Dewleta Îslamî li Îraqê. Wêne: Khalid Mohammed
Teror û Swêd

Hevkariya Säpo û Daîreya Bacê li dijî terorîzmê

1:07 min

Daîreya Bacê dê zûtir pereyên fînanserên terorîzmê bisekinîne.

Ev zêdeyî 10 sal in ku polîsên îstîxbaratê, Säpo, di xebata xwe ya li dijî fînansekirina terorîzmê de, ne û yek fînanser jî eşkere ne kiriye. Ji bo wilo, niha Daîreya Bacê di wê xebatê de beşdar dibe, û heta niha 77 kes ketine bi çavdêriya wan de, ku bi şêweyekî ji şêweyan girêdana wan a dîrekt an îndîrekt bi toreyên terorîst re hebûye.

Tê zanîn ku sekinandina lehiya pereyan bi ser rêkxistinên terorîst mîna Dewleta Îslamî (Daiş), al-Shabab û al-Qaida, yek ji armancên herî pêşî li hemû cîhanê ye, di cenga li dijî terorîzmê de, û li Swêdê jî gelek qanûnên nû hatine derxistin, lê ji aliyê sekinandina fînansekirinê de Swêdê bi ser ne ketiye. Ji bo wilo, niha Daîreya Bacê di vê xebatê beşdar dibe, ku dê lêkolînên taybet bi fînansekirina terorîzmê bide destpêkirin. Metodên karê daîreyê baş ne hatiye zelalkirin, lê yek ji metodên ku tê bahskirin ew e, ku Daîreya Bacê niha zûtir û efektîvtir bikaribin pereyên kesên gumanjêkirî ji wan bistînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista