.
Wêne: FREDRIK SANDBERG / TT

Pêşniyazên budceya biharê, xal bi xal

1:24 min

Hikûmetê rêzeke pêşniyazên derbarê bacan pêşkêş kiriye, ku partiyan di danûstandinan de li ser li hev kirine. Piştî hewalekirina van pêşniyazan li ser sazî û dezgehên şêwirmendar, gerek ev pêşniyaz di budceya biharî yan jî ya payîzî de bibin qanûn.

Xalên ku hatine pêşniyazkirin bi kurtasî ev in:

  • Kêmkirina bacê ji bo kesên xizmetên paqijkirin û tamîkirinê bi kar tînin (RUT-avdrag), niha dê herweha ji bo karê paqijkirina baxçeyan jî were bicîkirin, karên mîna kewişandin û birîna darên di hewşên malê de, xizmetên alîkariya barkirinê û xizmetên teknîkî.
  • Ji meha 1ê ya 2017an ve bac li ser bank û şirketên fînansê zêdetir dibe û dê 1.4 milyar kron li xezîneya dewletê zêde bibe. Ew pere, li gor hikûmetê û Partiya Çep dê herin ji refaha civakê re.
  • Baca karên destan ên tiştên sivik, mîna bisîklêt, pêlav, cil û tekstîlên malê ji meha yekê ya 2017an ve dê ji 25 % bibe 12 %.
  • Dê kêmkirina bacê ji bo karê tamîrkirina cîhazên malê mîna makîneyên cilşuştinê û sarincokan, kêmtir bibe. Weke RUT-avdragê, dê ji mesrefên kar bac werin kêmkirin, ne ji mesrefên çûnûhatinê yan alavên paqijkirinê. Ev karê tamîrkirinê gerek di malê bi xwe de çê bibe.
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista