Barn och förskolelärare
Wêne: Hasse Holmberg/TT.

Mêr di pêşdibistanan de kêm in

”Xwe aram û ewle nabînin”
1:36 min

Gelek mêrên ku perwerdeya mamostetiya pêşdibistanê dixwînin piştî demekê dest ji xwendina xwe berdidin û diploma xwe wernagirin.

Hejmara mamosteyên mêr di pêşdibistanan de ji berê ve gelekî kêm e û terka xwendevanên mêr ji vê perwerdeyê dibe xwedan tesîreke mezin.

Balkişandina ser pirsa zarokbazî, ango pedofîlî li pêşdibistanan hiştiye ku gelek mêr xwe ji vî warî dûr bixînin.

-Felix Hjorth, xwendevanê mamostetiya pêşdibistanan li Malmö dibêje warê pêşdibistanê, ango dagis, ji aliyê gelekan ve wekî karê jinan tên dîtin û gelek mêr û zilam wekî warê xwe nabînin.

Felix Hjort vê mixabin dibîne ji ber îro mêr di pêşdibistanan de pêwîst in.

Ji temamê hejmara kesên serî li perwerdeya mamostetiya pêşdibistanan didin 10% mêr in û gelek ji wan xwendina xwe temam nakin.

Mats Olsson, yê bi xwe mamosteyê pêşdibistanê ye û berpirsê perwerdeyë ye li zanîngeha Malmö dibêje ku ji dema praktîkê de gelek mêr dest ji perwerdeyê berdidin. Ew dibêje gelek mêr xwe di vî warî de mirtah û aram nabînin, gelek ji wan hest bi neewleyiyê dikin ji ber nerînên kesên hawîrdora wan û dêûbavên zarokan bi xwe. 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".