Nyanlända flyktingar köar vid Hyllie station i Malmö. Foto: Johan Nilsson / TT
Foto: Johan Nilsson / TT

Pirsa koçê ya herî giring e ji bo swêdiyan

Koç û perwerde du warên balkêş in
1:08 min

Astengiyên herî giring ji bo civaka Swêdî pirsên derbarê koçê û entegrasyonê, ango tevlîbûna civakê ne.

Ev nerîna 53 % bû ji temamê hejmara kesên beşdarî pirsnameya salane ya enstîtuya pirsên civakî, raya giştî û medyayên swêdî, Som, ya zanîngeha Göteborg bû, ku hilbijardeyek statistîkê ji miletê Swêdê tê de beşdar bû.

Ev lêkolîn di dawîya 2015 de hate amade kirin. Û danberhev bi salekê beriya wê re guherînên mezin bûne, wê demê 27 % ji beşdaran digotin ku pirsên koçê yên herî giring in.

Zêdebûna ji beriya salê ve diyare ne girêdayî nerîn û helwestên derbarê peneber û biyaniyan e. Herdu alî, ango kesên xwedî helwestên nêgatîv û yên geşbîn û posîtîv derbarê pirsên koçê dibêjin ku ev pirsên herî giring in.

Pirsa duem ya giring di vê pirsnameyê de pirsa perwerdeyê ye.

Rapora Som îro di semînereke li zanîngeha Göteborg de hate pêşkêş kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".