Dalkurd FF - wêne: Hewa Abdelzadeh/Sveriges Radio
Dalkurd FF - wêne: Hewa Abdelzadeh/Sveriges Radio

Biserketineke dîrokî ji bo Dalkurd

Qezenca yekem di Superettanê de
0:54 min

Doh tîma fotbolê Dalkurd yekem serketin xwe tomar kir dema li hember tîma Sirius li Uppsalayê lîst. Lîstik bi 1-2 temam bû û bû qezenceke dîrokî ji bo Dalkurdê di Superettan de, lîga duem ya fotbola swêdî.

  

Beşê pêşî yê lîstikê bê gol derbas bû lê di beşê duem de lîstik germ bû û Dragan Kapecevic ji Siriusayê golek tomar kir. Çariyek derengtir Henrik Löfkvistê gola yekem ya Dalkurdê tomar kir.

Di deh deqeyên dawî yên lîstikê de Leonard Pllana golê duem ji bo Dalkurd anî û bi vê encamê, 2-1, Dalkurd biserket û qezenca xwe ya yekem di Superettanê de tomar kir. Di halê hazir de Dalkurd hilkişiyaye ciyê şeşem di lîste û cedwelê lîstikan de.

 

 

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".