En gravidmage och provrör
Wêne: TT

Bêhtir mêr sperma dibexşînin

”Gelek dixwazin alîkariyê bikin”
1:13 min

Piştî ku destûr û imkan ji jinên bi tena serê re çê bûye ku bi rêya avisbûna boriyên şûşeyî û tuxim têkirinê zarokan bînin, bêhtir mêr dixwazin sperma, ango tovavê, bibexşînin.

Margareta Kitiliniski şefa beşî li navenda zêdekirina pizîşkî li Malmö dibêje ku wan bala xwe dane wê ku nuha bêhtir mêr dixwazin sperma pêşkêşî wan jinan bikin yên bi tena serê xwe dixwazin zarokan bînin, Û ew ji ber wê geşbîn e:

-Me balkişandineke mezin dîtiye. Gelekan peywendî bi me re danîne. Gelek jî dixawzin alîkariyê bikin. Kitilinski dibêje bal hatiye kişandin ser wê ku pêwîstî bi spermayê heye.

Qanîna nû,ya ji 1 meha çaran de dest pê kir, derbarê wê ye ku di pêştir de tenê ew zilamên qebûl dikin tevlî vê proseyê bibin ji zarokên bi yek dê yan bavî re, yên karin bibin xwebexş.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".