Gustav Fridolin û Isabella Lövin.
Gustav Fridolin û Isabella Lövin. Wêne: TT.

Lövin û Fridolin ji bo hevserokatiyê pêşniyaz bûn

"Di kongreyê de biryar tên wergirtin"
0:52 min

Iro piştî nîvro komîteya rawêj ya partiya jîngehê Isabella Löwin û Gustav Fridolin ji bo hevserokatiya partiya Jîngehê pêşniyaz kirin.


Ev pêşniyaza komîteya rawêj bû lê biryar dê di kongreya partiyê de ya ku 13 gulanê li dar dikeve, tên wergirtin.

Gustaf Fridolin, wezîrê perwerdeyê, ji berê de hevserokê partiyê ye lê nuha Åsa Romson ji wezîfeyê radibe û Isabela Löwin ya îro wezîra yarmetiyê ye kare ciyê wê bigire.

Isabella Lövin, 53 salî ye, ew di navbera 2009 û 2014 de endama parlamanê YE bû ji aliyê partiya Jîngehê ve û piştre bû wezîra yarmetiyê.

Beriya karê wê yê siyasî wekî rojnamevan kar dikir bi giranî li ser pirsên çandî û pirsên girêdayî bi jîngehê ve.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".