En skugga och södertörns tingsrätt.
Wêne: TT Wêne: TT

Tawanbarê sûrî heft sal cezeya zindanê wergirt

Wê ji Swêdê bên derxistin
1:00 min

Cezeya zilamê sûrî yê ji ber tawana lêdana giran ku li Sûriyê kiribû dibe heft sal zindan li Swêdê. Lê ji tawana heqê gelî serbest dibe.

Îro biryara dadgeha destpêkî ya Södertörn hat di vê doza naskirî de, pêvajoya dadgehî dubare vebûye piştî ku qurbanê vê tawanê yê ta îro nenaskirîbû li Turkiyê hate peyda kirin.

Bûyera vê lêdana giran di 2012 de li Sûrî pêk hatibû û wê demê hate filmkirin û li Facebookê belav bû. Yek ji tawankarên di videoyê de hate naskirin, ew li Swêdê dijî û îqame jî wergirtiye.

Piştî naskirina wî pêvajoya dadagehê li Swêdê dest pê kir. Li gor dadgehê sebebê vê bûyerê heyfhilanîn bû di hindirê heman tevgera berxwedêr de li Sûrî û ne girêdayî şerê li Sûriyê ye. Ji bilî heft sal di zindandê de, dadgeha destpêkî daxwaza derxistina wî ji Swêdê dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".