Daîreya Koçê, Migrationsverket.
Wêne: Marcus Ericsson/TT

Bêhtir kes alîkariya vegerê distînin

Piranî îraqî û afxan dixwazin vegerin
0:34 min

Di sê mehên pêşî yên vê salê de ji hejmara giştî ya sala çû bêhtir bûn.

Di sê mehên pêşî yên vê salê de 449 penaxwazên hatibûn Swêdê, alîkariya aborî standin ji bo ku vegerin welatên xwe. Ev hejmar duqat li hejmara giştî ya sala çû bi temamî bû.

Li gor hejmarên ku Daîreya Koçê, Migrationsverket, der dixe, piraniya van kesên alîkarî xwestiye ji Îraqê û Afxanistanê ne.

Nirxê vê alîkariyê ji bo kesên jora 18 salan 30 000 ji bo kesekî ye. Ji bo kesên di bin 18 re 15 000 kron e. Herî zêde ji bo malbatekê, dewlet 75 000 kron dide.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".