Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Nirxandina bijişkî bo temenê zarokên penaxwaz

Hat weşandin fredag 20 maj 2016 kl 10.25
Metod ji aliyê dezgehan ve tê tayînkirin
(1:23 min)
Kampeke zarokên penaxwaz ên bi tena xwe hatine Swêdê.
Kampeke zarokên penaxwaz ên bi tena xwe hatine Swêdê. Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Temenê zarokên penaxwaz ên bi tena xwe hatine Swêdê dê bi şêweyê bijişkî were nirxandin.

Hikûmetê biryar daye ku Dezgeha Bijişkiya Hiqûqî gerek kar bike ji bo nirxandina temenê zarokên penaxwaz di demeke nêzîk de were destpêkirin.

Wezîrê dadê û koçberiyê Morgan Johansson dibêje ku di wexta xwe de ye ku sîstem were bicîkirin. Li gor wî ji xwe demeke dirêj çûye û ev nirxandin ne hatine pêkanîn. Ev sîstem hem ji bo proseya penaxwaziyê girîng e, lê herweha ji bo ewleyî û selametiya zarokên penaxwaz ên li kampên penaxwazan jî, li gor wî.  

Armanca hikûmetê ew e ku di payîzê de ev sîstem li Swêdê bi giştî were bikaranîn, lê ji meha bê ve hêdî hêdî dê dewlet dest bi nirxandina bijişkî ya temenê zarokên penaxwaz bike.

Ev pirsa nirxandina temenê zarokên penaxwaz gelekî tê gotûbêjkirin, ji ber ku tu metodên 100% ewle tune ne. Lê Morgan Johansson dibêje ku tayînkirina metodê ne karê hikûmetê ye, lê belê ev pirs gerek ji aliyê dezgehan ve were tayînkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".