Parlamêntoya Tirkiyê.
Parlamêntoya Tirkiyê. Wêne: BURHAN OZBILICI

Şêwirdara wezareta derve Tirkiyê rexne dike

Wê pêwendî bi sefîrê Tirkiyê re daniye û rexneyên xwe anîne zimên
1:06 min

Îro xala duyem ji pêşnûmeya ku parêzbendiya parlamênterên Tirkiyê dirûxîne, hat qebûlkirin. Rê li ber girtin û dadkirina parlamenterên HDPê vedike.

Îro parlamêntoya Tirkiyê biryar da ku parêzbendiya parlamênteran were rakirin. Ew yek tê wateya ku parlamênter dê bikaribin werin dadkirin, û li gor gelek dengên rexnegir, ev biryar rê li ber hikûmetê vedike ku parlamênterên HDPê hukm bikin, ji ber ku gelek ji wan ji berê ve bi sûcê girêdana wan bi terorê re hatine gunehbarkirin. Yek ji dengên rexnegir şêwirdara wezareta karûbarên derve ya Swêdê, Annika Söder e. Ew dibêje ku pêşveçûna li Tirkiyê ne baş e, çi derbarê binpêkirina azadiya çapemeniyê be, çi îmkana partiyên siyasî be ku bikaribin tevgera xwe ya siyasî bimeşîne. Û ew herweha dixwazin ku danûstandinên aştiyê yên dewletê bi kurdan re dîsan werin vekirin.

Annika Söder zelal kir ku pêwendiya wê yekser bi sefîrê Tirkiyê li Swêdê re heye, û wê ev rexne anîne der.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".